• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata (Nîsan Yuxna Şimo) kir

Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata (Nîsan Yuxna Şimo) kir
Ji bo malbata xwedê jê razî (Nîsan Yuxna Şimo)

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Silavên xwedê li we bin...

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawiya Pêşmergeyê têkoşerê her du şoreşa Eylûl û Gulan (Nîsan Yuxna Şimo) gihîşt min.

Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî hemû endamên malbata we dikîn û ji xwedayê mezin hêvîdarin ku giyanê koçkirî bi bihûşta xwe ya fireh şad bike.

Xwedê jê razî mînaka hevxebata pêkhatên Kurdistanê bû li şoreşa Eylûl û Gulan ku şan bi şanî gelê Kurd beşdarbûn ji bo desteberkirina mafên gelê Kurdistanê.

Careke din pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbata we dikîn û xwedayê mezin sebirê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02/06/2013
Top