• Wednesday, 11 February 2026
logo

Agirekî mezin li Berdereşê: 40 dokan şewitîn

Agirekî mezin li Berdereşê: 40 dokan şewitîn
Ji ber şorta karebê, li bazara Reşgerî li navçeya Berdereşê, agirekî mezin pêket û di encamê de zêdetir li 40 dokanan bi temamî şewitîn.

Berpirsê ragihandina berevaniya şaristaniyê Xisro Haşim ji Xendanê re ragihand: Îro şeme 1/6/2013`an bi sedema şorta karebê agirek bi bazarê Reşgerî ya qezaya Berdewreşê keftiye û di encama wê de zêdetir li 40 dokan şewitîne.

Haşim got: Tîmên bergîriya şaristaniyê di demek kin de gihîştiye cihê rûdanê û di 45 xulekan de agir vemirandine.

Berpirsê ragihandina berevaniya şaristaniyê da zanîn ku dokanên şewitîne qeyserî bûn û cihên firotina cilûberkên jinan û zarokan bûye, du dokanên zêrînger jî hebûn. Lê berya ku agir bighê ji aliyê welatiyên wê navê zêr derxistina û ji şewitînê rizgar kirine.

Xendan
Top