PDK Bi Minasebeta 38 Saliya YNKê Peyamek Pêşkêş Kir
Di destpêka vê peyama han de PDKê hevdem ligel pîroz kirina salvegera damezrandina YNkê de hêviya pêşveçûn û serkeftinên zêdetir bo partiya han xwestiye.
PDK di beşek ji peyama xwe de behsa peymana steratejîk a di navbera her du aliyan de kiriye û nivîsandiye; peymana steratejîk peymaneke siyasî û nîştimaniye lewre pêwîste were parastin û bihêztirkirin.
Partiya demokrata Kurdistanê di beşeke din ya vê peyama han de hêvî xwestiya ku, YNK di 38mîn salvegera damezrandina xwe de bikarêbe ew armancên ku, ji bo bidest xistina wan hatiye damezrandin bidest bixwe.
