• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Stenbolê xwepêşandan berdewamin

Li Stenbolê xwepêşandan berdewamin
Ev çar rojin li navçeya Taksîmê a bajarê Stenbolê ya Tirkiyê xwepêşandan berdewamin û pevçûnên dijwar di navbera polîs û xwepêşandanan qewimîne û herî zêde şeva borî pevçûn tundtir bûne û gelek birîndar ketine.

Her weha di encama êrîşapolîsan a li hemberî welatiyên ji bo Parka Gezî ya Taksîmê nobet digirtin zêdehî 500 kes birîndar bûn û zêdehî 80 kes jî hatin binçavkirin.

Li gor nûçeyên malperên Tirkiyê hate zanîn ku, di êrîşa polîsan a şevê borî li kolana Îstîklalê bi sedan kesên birîndar bûn.

Her weha li gorî agahiyên sekreterê giştî yê odeya pizîşkan a Stenbolê Alî Çerkezoglu diyar kiriye ku duh 31/5, danê şevê di demjimêr 21.00'an de nêzî 400 kesan serî li nexweşxaneya Îlkyardimê ya Taksîmê û nexweşxaneya Şîşlî Etfalê dane.

Ji aliyekî din ve jî hejmara kesên di bûyeran de ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin 80'ê kes derbas kiriye.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç îro bi daxuyaniyekê ragihand ku divê ew rûdan bi dawî bibin û kêşeyên heyî ne bi gaza şsotan û jopan belku divê bi îqnakirinê û diyalogê bêne çareserkirin.

Arinç di axaftina xwe de jî daye zanîn ku hin armancên siyasî li pey van xwepêşandanan hene û divê tehrîkkirina welatiyan neyê kirin.

Di heman derbarê de serokê CHP`ê Kemal Kilîçdar Oglu bang li Hikûmeta Tirkiyê kir ku divê yekser polîsan ji Taksîmê bikşînein.

Her îro jî xwepêşandan li ser pira boxaza Anadolê ya Stenbolê berdewambûye û ew rê hatiye daxistin.

Xendan
Top