• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Îraqê Herî Kêm 40 Welatî Bûne Qurbanî

Li Îraqê Herî Kêm 40 Welatî Bûne Qurbanî
Li gorî çavkaniyên nûçeyan evro li çend Deverên curbicur yên Îraqê de çendîn teqîn û êrîşên çekdarî pêk hatine û di encama wan êrîş û teqînan de herî kêm 40 welatî bûne qurbanî.

Li gorî çavkaniyên tendirostî evro di naverasta Bajarê Bexdayê de maşîneke bombekirî hatiye teqandin û di encam de 4 welatî canê xwe ji dest dane û 12 welatiyên din jî birîndar bûne.

Her evro li Rojhilatê Bexdayê de jî bombeyeke din hatiye teqandin û di encam de 2 welatî canê xwe ji dest dane û 10 welatiyên din jî birîndar bûne.

Her evro bombeyeke din li naverasta Bexdayê de hatiye teqandin û di encam de 4 welatiyên din canê xwe ji dest dane.

Li Parêzgeha Enbarê de jî hijmareke Çekdarên nenas êrîş kirine ser hêzên pasewanên Sînur yên Îraqê û di encam de du leşker hatine kuştin.
Top