• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîrê Bi Heyeteke Amerîkayî Re Civiya

Serokwezîrê Bi Heyeteke Amerîkayî Re Civiya
Duh li Silimaniyeyê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke Amerîkayî a bi Serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê kir.

Di hevdîtineke de ku, Organîzatorê nû yê Koşka Spî, Cîgirê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê û herwiha Berpirsên her du Konsulusxaneyên Amerîkayê yên li Hewlêr û Bexdayê de jî tê de beşdarbûn, rewşa siyasî ya Îraqê, peyvendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin.

Her di vê derbarê de behsa serdana heyeteke Kurdistanî a bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û civîn û hevdîtinên heyeta han yên bi Rayedarên Bexdayê re jî hate kirin.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, ev serdana han destpêkeke başe bo dubare destpê kirina diyalog û danûstandinê bo çareser kirina kêşeyên heyî lê em ne li benda vê yekêne ku, bi yek serdan tevahiya kêşeyên heyî werin çareserkirin lê girîng ewe ku, deriyek bo diyalogê hatiye vekirin û em hêvî dikin ku, bi rêya diyalogê tevahiya kêşeyên heyî werin çareserkirin û bo vê yekê jî em niha li benda serdana Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî bo Hewlêrê ne.

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, lihev hatina Hewlêr û Bexdayê ne li ser hesabê ti aliyekiye û nabe metirsî bo ser ti aliyekî.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa Sûriyayê û prosesa aştî ya li Tirkiyeyê jî hate nîqaşkirin û Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê siyaset û helwestên Serokatiya Kurdistanê a li hember wan mijaran de ji heyeta mêwan re rave kir.

Di derbarê rewşa Sûriyayê de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, em gelek dilgiranin li hember rewşa aloz ya Sûriyayê û hêvî dikin ev kêşeya han li gorî daxwazên xelkê vê welatî were çareserkirin.

Di derbarê meseleya aştî ya li Tirkiyeyê de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, Hikûmeta Kurdistanê hevkariya PKK û Tirkiyeyê kiriye daku, dest bi prosesa han bikin û hêvî jî xwest ku, her du alî di çarçoweya diyalog û aştewayî de bikaribin hewldanên xwe bidomînin û kêşeya han bi rêya diyalogê çareser bikin.
Top