• Wednesday, 11 February 2026
logo

Her Du Mekteb Siyasiyên PDK Û YNK Civiyan

Her Du Mekteb Siyasiyên PDK Û YNK Civiyan
Di çarçoweya civînên hevbeş yên her du mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistan û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê de, evro li Silimaniyeyê her du mekteb siyasiyên han bi Serokatiya Kusret Resûl û Nêçîrvan Barzanî civiyan.

Di civîna evro de rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û rewşa Kurdistanê û peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de hatin nîqaşkirin.

Di derbarê rewşa Îraqê de her du alî behsa dilgiraniya xwe a li hember alozbûna rewşa ewlekarî ya Îraqê û zêdebûna buyerên terorîstî di wan rojên dawî de diyar kirin û tekez li ser vê yekê jî kirin ku, çareseriya herî baş bo qirîza heyî ya li Îraqê de esas wergirtina destûra bingehîn ya Îraqê û cîhbicîh kirina prensîbên şeraket û tewafoqa nîştimaniye.

Di derbarê rewşa Kurdistanê de jî bi taybetî di derbarê giftûgoyên heyî yên li ser meseleya hilbijartin û meseleya destûra Kurdistanê de jî her du alî nêrînên xwe anîn ziman û eşkere kirin ku, nabe giftûgoyên bi vê rengî bibin sedema aloziyan li Kurdistanê de.
Top