Hinardina Nefta Iraqê bo 2.6 Miliyon Bermîlan Kêm Bûye
Li gor raporteke ajansa Royterz (Reuters) wezîrê nefta Iraqê Ebdulkerîm Lueybî aşkira kiriye, ku ev nizimbûna rêjeya hiardina nefta Iraqê bo derveyê welat, bi egerê teqîna hêla borîya neftîya bajarê Kerkûkê bûye ku ji alîyê terorîstan ve hatibû teqndin.
Lueybî herwisa ragihandiye, ku pêywîste Iraq rêjeya hinardina nefta xwe zêde bike da ku bikaribe pêgeha xwe di cîhanê de bihêz bike û weke duyemîn welatê rêxistina OPEC rol bibîne.
