Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî paye bilindê Romanya kir
Li destpêka hevdîtinê de Serokê şandê xweşhalî û sosretiya xwe bi wan pêşketinan derbirî ku li hemû waran da li Herêma Kurdistanê pêkhatine, eve jî wekî şoreşekî berdewama avadankirin û binyadnanê wesif kir.
Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa pêvajoya demokrasiya Kurdistanê kir û got: Kurdistan li navçeyê da modelekî nû û xweşikê demokrasiye û xwezî Iraq û navçe jî çav li vê Herêma Kurdistanê bikin. Her wiha ezmûna demokrasiya Kurdistanê bi girîng da zanîn û balkişand li ser hilbijartin û azadiya raderbirîn û rojnamegeriya li Herêma Kurdistanê ku wekî bingeha demokrasî û pêşketinêye.
Her li vê hevdîtinê de Serokê şandê sosretiya xwe bi wê yekê derbirî ku Herêma Kurdistanê li navçeyekî nearam da ye ku dîsa jî kariye aramî û asayîşê dabîn bike.
Li mijareke dinê hevdîtinê de Serokê şandê behsa pêwendiya siyasî û aborî û civakiya di navbera her du aliyan kir û hêviya berev pêşveçûna zêdetir xwest. Paşê bi navê Serok û Serok Wezîrê Romanya ve bi awayeke fermî Serok Barzanî vexwend ku serdana Romanya bike.
Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi serdana vê şandê derbirî û ji bo wan hêviya serdanekî serkeftî xwest û dûpat kir ku pêwendiyên di navbera gelê Kurdistan û Romanya kevine û hewldidin bi berdewamî pêşbixin û got: Derfeteke baş ji bo pêşxistina wan pêwendiyan li hemû waran da li navbera her du aliyan de heye.
Her wiha di derbarê aramî û dabînkirina asayîşa li Herêma Kurdistanê da Serok Barzanî behsa sedeman kir û got: Eve vedigere li ser çand û kultura gelê Kurdistanê ku li ser bingeha çanda lêborînî û hevdû qebulkirin û rayên cûda û hesta bi berpirsiyariyê hatiye avakirin. Her wiha balkişand li ser hevkariya di navbera welatiyan û dezgehên asayîş û şiyan û jêhatîbûna wan dezgehan kir, ku pîşeyiyane karên xwe bi cîh dikin û got: Ew mîlletên jiyana jêrdestî û asîmîlasyonê dîtine gelek ji xelkên din zêdetir bihaya azadiyê dizanin û kar ji bo bi hêzkirina wê dikin.
Di derbarê pêvajoya demokrasiya li Kurdistanê da Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku geşkirina wê pêvajoyê de berdewam dibîn û pêvajoya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê da li paşve venagere.
Li dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî vexwendina fermiya serdana Romanya qebul kir û ragihand: Li demeke guncaw ji bo her du aliyan de serdana Romanya dikim.
