Murad Karayilan: Herêma Kurdistanê li Bakûrê Sûrîyê jî Ava Dibe
Hesen Cemal di nivîsa xwe ya ku di malpera T24 a Tirkî de belav kiriye de weha berdewam dike. Min ji Karayilan pirsî “Piştî Bakûrê Êraqê niha Bakûrê Sûriyê ava bûye gelo?” bi bê sekinandin Karayilan got: “Belê ava bûye.”
Li ser pirsa Hesen Cemal derbarê hêzên gerîla yên vekişyayî de ku dê çawa bêne beravkirin. Serokê Konseya Rêvebir a KCK`ê Murad Karayilan weha got: "Serûbinê hev 2000 gerîla vedikşin !. Bexdad dibêje PKK`ê dê hêza xwe bişîne Kerkûkê, hin dibêjin bo Sûriyê û hinek jî dibêjin bo Êranê (PJAK)`ê. Niyetekî me yê wisa tune ye."
Derbarê pirsekê gelo PKK`ê li sûriyê li kijan aliyê disekine?. Karayilan weha dibêje: "Em li Sûriyê aliyê sêyemînin … Em ne bi opozisyonê û ne jî bi Esed re ne… Em ne li gel aliyê ku destêwerdanê dixwazine û ne jî yên li dijî destêwerdanê de ne… Em aliyê sêyemînin. Kurdên sûriyê weha ne aliyê sêyem in."
Di berdewamiya pirsên xwe de hesen Cemal li ser PYD`ê dipirse. Murad Karayilan weha dibêje: "Hêza çekdarî ya PYD`ê 10 hezaran derbas dike. Encûmenên xwe ava dikin, hêza xwe ya parastinê ava kiriye, bi awayekî nû û cuda xwe ava dike. Ji bo wê jî avabûnek ji Bakûrê Êraqê cudatir heye."
Xendan
