• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka ji PYD`ê çi xwestiye?

Amerîka ji PYD`ê çi xwestiye?
Di hevpevînekê li gel rojnameya Radîkal ya Tirkî re ku rojnamevanê Tirk Fehîm Taştekîn amade kiriye de nûnerê PYD`ê li Stenbolê Şervan Îbrahîm ku wek çavdêr beşdarî civîna koalisyona niştimanî ya hêzên opozisyona bibû, bersiva pirsa Amerîka ji PYD`ê çi xwestiye û peywendiyên MÎT`ê li gel PYD`ê daye.

Li ser pirsa rojnamevanê Radîkalê, gelo dazgeha istixbarata Tirkiyê MÎT`ê bi Hevserokê PYD`ê Salih Mislim re hevdîtin kirine an na? li gor rojnameya Radîkalê berpirsê PYD Şervan Îbrahîm gotiye ku: Ne di wê astê de ye. Weke destpêk hevdîtinên min bi wan re çêbûn, herî zêde me xwe daye nasandin. Em bi Tirkiyê dxazin diyalogê û hevkariyê pêşbixin.

Ji bo zêdetir naskirina naveroka hevdîtina PYD`ê li gel MÎT`a Tirkiyê Xendanê peywendî bi berpirsê PYD`ê Şervan Îbrahîm re kir.

Şervan Îbrahîm di daxuyaniya xwe ji Xendan re ew nûçeya Radîkalê red kir û da zanîn ku tu hevdîtinên wan wek PYD bi MÎT`a Tirkî re çê nebûye.

Berpirsê PYD`ê Şervan Îbrahîm got: "Heya niha Tirkiyê bi fermî itîrafê bi PYD`ê nake. Emê çawa bi MÎT`ê re hevdîtinan pêk bînin."

Derbarê pirsa gelo Amerîka ji PYD`ê çi dixwaze? Şervan Îbrahîm ji Radîkalê re got: Dîplomatên Amerîkayê dixwazin em û Artêşa Azad bihevre li Şam û Helebê li dijî rêjîma Sûriyê şer bikin. Lê weku PYD`ê me ji wan re got ku şerê me li dijî rêjîmê ji ya Artêşa Azad cudatire, navçeyên Kurdî navçeyên rizgarkirî ne. eger em weke Artêşa Azad bikevin nava şer bajarên me jî dê bişewitin. Civata navdewletî li wir dikarin kampên penaberan ava bikin û alîkariyên mirovî bikin.

Her weha li ser pirsa gelo hêviyên Kurdan ji kongireya Cinêvê çine? Berpirsê PYD`ê got: Koalisyona niştimanî ya hêzên opozisyonê wê biser nekevin, di Cinêvê de Amerîka wê bi rêjîma Esed re lihev bike. Her weha weku Kurd jî dê bi rêjîma nû re bikeve bazariyê.

Li ser sedemên şerê vê dawiyê li Efrînê û êrişên komên çekdar yên ser bi Artêşa Azad jî. Berpirsê PYD`ê da zanîn ku komên çekdar ên ser Artêşa Azad xwestin biçin gundekî elewiyan a nêzîkî Efrînê û komkujiyan bikin me jî rê neda wan ji ber wê yekê şer derket.

Xendan
Top