Li Çomanê 37mîn Salvegera Destpê Kirina Şoreşa Gulanê Hate Bîr Anîn
Di vê merasima han de ku, hijmareke zêde ji Şîniyên Deverê û kadro û endamên partiya demokrata Kurdistanê jî têde beşdarbûn, çendîn peyv û gotar di derbarê girîngiya Şoreşa Gulanê de û herwiha bandora Şoreşa han li ser doza Kurd hatin pêşkêşkirin.
Di vê merasima han de Serok Barzanî jî çendîn pêşmergeyên beşdar yên Şoreşa Gulanê xelat kir û merasima han jî bi çendîn çalakiyên curbicur yên çandî berdewam bû.
