• Wednesday, 11 February 2026
logo

Du jinên kurd namzetên Partiya Çep in

Du jinên kurd namzetên Partiya Çep in
Hilbijartina parlementoya Almanyayê di 22yê Îlonê de tên kirin û partiyên siyasî di civînên eyaletan de namzetên xwe diyar dikin. Partiya Çep, Die Linke, li du eyaletên mezin du jinên kurd wek namzed diyar kirin. Ayten Kaplan di lîsteya NRWê de, Behiye Uca di lîsteya Niedersachsenê de cih digirin.


Uca: Eger rêjaya Die Linke ji sedî 9 be ez têm hilbijartin


Li eyaleta bakurê Almanyayê Niedersachsenê ku pirraniya Kurdên lê dijîn Êzdî ne, Partiya Çep Die Linke di lîsteya xwe ya namzedên parlementoya Berlînê de cih da jina kurd Behiya Uca (42). Behiye xwişka kevneparlementera Ewropayê Feleknas Uca ye û ji sala 2011ê ve di meclisa taxa Neuenhäusen ya bajarê Celle li eyaleta Niedersachsenê de cih digire. Uca ji Rûdawê re diyar kir ku ew di nava 36 namzetan de di rêza 7. de ketiye lîsteya 11 kesî û got, “hilbijartina min bi dengên giştî yên eyaletê ve girêdaye. Eger partiya me li Niedersachsenê ji sedî 9ê dengan bidestbixe, ez bi hêsanî têm hilbijartin.ˮ Uca bi bîr xist ku niha di parlementoya Berlînê de 76 kursiyên Die Linke hene û got “ji eyaleta Niedersachsenê 6 parlementer li Berlînê hene. Anketên dawî nîşan didin ku partiya me dengên xwe zêde kirine û eger gelê me jî piştgiriyê bide, hilbijartina min hêsan e.ˮ


Hem berendama herêmî hem jî di lîsteyê de


Li eyaleta NRW ya ku herî zêde Kurd lê dijîn, di civîna li bajarê Essenê de Partiya Çep lîsteya namzedên xwe dawiya heftiya borî eşkere kir. Siyasetmedara kurd Ayten Kaplan (43) ya ku bi salan di rêvebiriya YEK-KOMê de cih girt di lîsteya Partiya Çep de di rêza 11. de hat nîşandan. Kaplan ji Rûdawê re daxuyand ku niha ji NRWê li parlementoya Berlînê 11 parlementer hene û wê jî weke Uca destnîşan kir ku hilbijartina wê bi zêdebûna dengên Partiya Çep li seranserê Almanyayê ve girêdaye. Kaplan hêvî dike ku di rêza 11. de bê hilbijartin, ji ber ku partiya wê dengên xwe zêde kirine. Ew lewma hem di lîsteya giştî ya Partiya Çep de cih digire û hem jî li nêzîka bajarê Mönchengladbachê weke berendameke dîrekt bi navê xwe dikeve hilbijartinan. Kaplan diyar kir ku li gor yasaya hilbijartinê ya nû, dengên zêde ji bo berendamên dîrekt bandoreke erênî li ser dengên giştî jî dike. Ji bilî karê YEK-KOMê ji 1999ê heta 2009ê de, Ayten Kaplan herwiha di rêvebiriya saziya jinan Cenî de û di dezgeha alîkariya huqûqî Azadî de kar dike.

Rudaw
Top