• Wednesday, 11 February 2026
logo

Şandeka Swîsê Serdana Şaredariya Amedê Kir

Şandeka Swîsê Serdana Şaredariya Amedê Kir
Ji Beşa Ewlehiyê ya Wezareta Karê Derve ya Swîsreyê şandeyek hate Amedê û Hevseroka Şaredarê Amedê Hafîze Îpek ziyaret kir. Di serdanê de pirsgirêka kurd jî hate nîqaşkirin.

Ji Wezareta Karê Derve ya Swîsreyê şandeyek hate Amedê. Di şandeyê de peywirdarên wezaretê Roland Salvisberg, George Stein, Celine Champion û Didier Chassot Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin. Hevseroka Şaredar Hafîze Îpek mêvanên xwe yên biyanî pêşwazî kir.

Hevdîtin bi qasî saetekê dom kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di hevdîtinê de projeyên civakî û rewşa siyasî ya kurdan jî hatiye axaftin.
Top