Amara şerê navbera YPG û Grûpên çekdar li Rojava
Demjimêrên danê sibê de di navber komên çekdar yên ku hêrîşî gundê Basil`ê kirin de û şervanên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG̓᾿ê) ku bi erkê parastina herêmê radibin de rû dan, pevçûn piştî reva komên çekdar ji gundên Burc Ebdalo û Dêr Mişmiş li gudnê Basil`ê dijwar bûn.
Çekdarên Artêşa Azad yên xwe li derdora gundê Basil`ê ya nêzî gundê Aqîbê xwe bi cih kiribûn û hêrîş dikirin rastî berxwedana şervanên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG̓᾿ê) hatin û di encamê de şervanên YPG᾿ê hinek çek destser kirin, her wiha şervanekî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG̓᾿ê) jiyana xwe ji dest da.
Komên çekdar yên ku neçar man ku ji hin herêman vekşînin agir bi zeviyên welatiyan xistin, di hêrîşa xwe de komên de Tang, Doşka û hewan bikaranîn.
Ji aliyekî din ve rêjîma Ba`as hêzên xwe bi pêdiviyên leşkerî û lojîstîk li balafirgeha leşkerî ya devera Minix ya bajarê Heleb`ê di dema ku hin komên çekdar li herêma Efrîn`ê hatine dorpêçkirin, xurt dike.
Heman çavkanî diyar kir ku, rêjîmê gelek çekên giran û sivik, av, xwarin û pêdiviyên tenduristî li gundê Mayêr ji bo veguhêze balefirgeha Minixê bi cih kirine.
Her wiha rêjîmê ji şerê di navbera YPG’ê û komên çekdar yên girêdayî Artêşa Azad ku balafirgeha Minix`ê dorpêç kiribûn, gelek sûd wergirt, ji ber ku komên çekdar xwe ji derdora balfirgehê vekişandin û berê xwe dan Efrîn`ê.
Tiştên ku ji hêzên rêjîmê re hatine tê wateya ku rêjîm dê demeke dirêj li balefirgehê ber xwe bide, ev jî dibe ku karê Artêşa Azad ji çend mehan ve li vir dike bi valahiyê derkeve.
Serêkanî - Li başûrê taxa Meheta a Serêkaniyê di navber şervanên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG̓᾿ê) û Komên çekdar de pevçûn rû dane.
Piştî ku komeke çekdar hêrîşî bazgeha kontrolê ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG̓᾿ê) ya li ser riya gundê Til Xelaf a 3 kîlometrî Rojavayê Serêkaniyê kirin, di encama bersivdayîna şervanên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG̓᾿ê) de 4 çekdar hatin kuştin û 2 şervanên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG̓᾿ê) birîndar bûn, piştî vê hêrîşê pevçûn di taxa Meheta ya li ber deriyê sînor ya Serêkaniyê derketine û pevçûn hîn didomin.
Jêder: Ajansa Hawar
