Serdana Wezîrê Derveyê Surîyê bo Iraqê û Dîdar Ligel Nûrî Malikî
Duh yekşeme 26/5/2013 nivîsîngeha Nurî Malikî serok wezîrê Iraqê beyannameyek belav kiriye ku tê de hatiye ku îro li Bexdadê Nûrî Malikî li gel Welîd Muelêm û şanda pê re civyaye û di hevdîtinê de qeyrana Sûriyê hatiye gotûbêj kirin û serok wezîrê Iraqê daxwaz kiriye ku bi rêya goftûgoyan çareseriya kêşeyê bihê kirin.
Herwiha serok wezîrê Iraqê rêke çareyên serbazî bo qeyrana Sûriyê red kiriye û pêşwazî jî li biryara rêjîma Sûriyê ya bo beşdarîkirina di kongireya Jinêvê de kiriye ku dê di evan nêzîkan de birêve biçe
Li gor beyannameyê, Nurî Malikî ragihandiye ku: Iraq li gel her hewlekî navçeyî û navdewletî ye bo gihêştina çareseriyeke siyasî bo qeyrana Sûriyê û Iraq jî amadeye hewlên xwe bo kêmkirina ziyanên xelkê Sûriyê bide.
