• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Mûsil û Bexdadê 30 kes bûn qurbanî

Li Mûsil û Bexdadê 30 kes bûn qurbanî
Di encama 3 hêriş û teqînan de li bajarê Mûsilê 5 kes hatin kuştn û 21 kesên din jî birîndar bûne û li Bexdadê jî 4 welatî bi damançeyê bê deng hatine kuştin.

Çavkaniyeke ji polîsê bajarê Mûsil'ê ragihand ku vê sibê di dema helmeteke hevbeş ya di navbera hêzên polîs û artêşê de bo pişkinîna malekê otombêleke bombekirî bi karawana hêzên wan ve teqiya û di encam de 2 polîs û serbazek hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûne ku 4 welatiyên sivîl jî di nava wan de hene.

Ji aliyekî din ve li naverasta bajarê Mûsilê çend çekdarên nenas destdirêjiya guleyan li endamekî hêzên polîs kirin û di encam de ew di nava otombêla xwe de hate kuştin.

Hevdem termê welatiyekî li nav rûbara Dicle li bajarê Mûsilê hate dîtin ku ligor lêkolînên polîsan ew bi guleyekî hatiye kuştin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyeke polîsê Bexdadê ragihand ku çend çekdaran 4 welatiyên devera Kazimye li bakurê wî bajarî bi damançeya bê deng kuştine.


Xendan
Top