• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Baden-Württemberg ê Elmanya kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Baden-Württemberg ê Elmanya kir
Berî nîvroya Duh yekşem 26.05.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nels Şimîd Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Darayî û Aboriya Herêma Baden-Württemberg ê Elmanya û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Baden-Württemberg ê Elmanya xweşhaliya xwe bi serdana Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û bernameya serdana şanda xwe ji bo Serok Barzanî xisterû û her wiha balkişand li ser wê yekê ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê başe ku kompanyayên Elmanya bêne Kurdistanê û li warên cûr bi cûr da veberhênanê bikin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya şanda mîhvanan kir û hêvî xwest pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Herêma Baden-Württemberg ê Elmanya û beşên dinê wî welatî jî berev pêşve biçê û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê li warê xwendin û çandin û geştuguzarê de amadeye hevkarî li gel kompanya û navendên welatê Elmanya bike.

Paşê endamên şandê di derbarê rewşa aboriya Herêma Kurdistanê de çend pirsiyarek pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Her wiha pêvajoya siyasiya Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexda û pêvajoya aştî li Tirkiye mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û şanda Herêma Baden-Württemberg ê Elmanya bû.
Top