Erdogan: Berpisê teqîna Reyhanlî Sûriye
Roja 11ê gûlanê li barokê Reyhanlî yê girêdayî bajarê Hatay ê Tirkiyê du teqînên mezin rûdabûn. Di encama van teqînan de 51 kes miribûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn. Piştî teqînê zêdetirî 10 kesî hatibûn binçavkirin û radestî dadgehê hatibûn kirin.
Îro serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan çû cihê teqîn lê çêbûyî. Erdogan derbarê teqînan de berî kêliyekê daxuyaniyek da û wiha got: “Rêveberiya vî karî ji aliyê Sûriyê ve hat, niha di destê me de belge û agehdarî hene. Bi berdewamiya pêvajoyê re, wê ev tişt li dadgehê hê zêdetir zelal bibin. Bawerim wê di demekî kin de bên deşîfrekirin û derbikevin holê.”
Rudaw
