• Wednesday, 11 February 2026
logo

Demîrtaş: Heta dawiya hezîranê hemû hêzên PKKê vedikişin

Demîrtaş: Heta dawiya hezîranê hemû hêzên PKKê vedikişin
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê vekişîna gêrîllayên PKKê de diyar kir ku wê heta dawiya hezîranê vekişin.

Selahedîn Demîrtaş li paytexta Tirkiyê Enqereyê bersiva pirsên rojnamevanan da. Demîrtaş li ser vekişîna gêrîllayan wiha got: “Heta dawiya hezîranê wê hemû hêzên çekdarî yên PKKê vekişin. Ger di heman demê de, çarçoveyek ji bo reformên demokratîk jî çêbibe, di rastiya xwe de îsal wê parlamento li cihê betlaneyê divê hê zêdetir xebatê bike. Parlamento pirsgirêkek bi vî awayî krîtîk û di demek çareserî tê guftûgokirin de, divê ji bo hewldanên destûra bingehîn ên ku hêviyên civakê jê hene û ji bo reformên yasayî xebatekî berfireh bê dayîn.”

Li ser banga rêberê PKKê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de, PKKê 23ê adarê agirbest ragihand. Piştî ragihandina agirbestê, serokê konseya rêveber a KCKê Mûrad Karayilan 25ê Nîsanê li Qendîlê civîneke çapemeniyê lidarxist û diyar kir ku wê ji 8ê Gulanê û şûnde gêrîllayên wan dest bi vekişîna ji nava xaka Tirkiye û bakûrê Kurdistanê bikin. Koma yekemîn û duyemîn a gêrîllayan 15-16ê Gulanê gihiştin başûrê Kurdistanê. Heta niha zêdetirî 5 komên gêrîllayên PKKê derbasî başûrê Kurdistanê bûne.

Rudaw
Top