Efrîn: 13 çekdarên A.Azad hatin kuştin û tangek hate rûxandin
Navenda çapemeyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG`ê) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di pevçûnên li gundê Aqîbê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê de, heya niha 13 çekdarên Artêşa Azad hatine kuştin û tangek û 3 wesayîtên ku doşka li ser siwarkirîbûn bi temamî hatin rûxandin.
Navenda çapemeniya YPG᾿ê destnîşan kir ku ziyaneke mezin gihîşte komên çekdar û heta niha ku pevçûn hîn didomin.
Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê di daxuyaniya xwe ragihandiye ku komên çekdar ên ser bi Artêşa Azad hemû navçeya Efrînê xistiye armanca xwe û her weha bang li xelkê Efrînê kiriye û xwedî li zarok û axa xwe derkevin.
Xendan
