Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Semahetê Seyîd Mihemed El Heyderî û şanda li gel kir
Li hevdîtinê de rewşa aloz û qeyrana asayîşa Iraqê û encam û bandora hilbijartinên vê dawiyê ya Encûmena Parêzgehên Iraqê li ser pêvajoya Iraqê guftûgo kirin. Her li vê hevdîtinê de behsa hevpeymaniya di navbera hemû pêkhatên Iraqê kirin ku pêwîste pêvajoya siyasî li ser bingeha hevkarî û pêkve kar kirina hemû pêkhatan bê.
Li mijareke dinê hevdîtinê de şanda mîhvan behsa navenda hizrî û lêkolîniya xwe kir û bi pêwîst zanî ji bo guherîna dîtin û nêrînan pêwendî û hemahengiya li gel navendên hizrî û lêkolînî li Herêma Kurdistanê da hebê. Li dawiya hevdîtinê de biryarê li ser berdewamiya wan hevdîtin û pêwendiyan dan.
