Çekdarên Talîbanê hêrîşî Kabulê kirin
Herî kêm çar peqîn taxeke dagirtî ya Kabul hejand ku cara duyê ye nav hefteyekê payaxt dibe armanca êrîşan.
Karbidestên Efxanî dibêjin, di encama şer û pevçûnan de 2 hêrîşvan hatine kuştin.
Rêvebirên polîsan radigihînin ku êrîşa yekê, êrîşeke xwekujî bû li nêzîkî nexweşxaneyekê qewimî.
Hate ragihandin ku ew nexweşxane li nêzîkî Hêza Parastina Civakê ya Efxanî cîh digirt û ji alîyê îstîxbaratya wî welatî ve dihate rêvebirin.
Talîban ji medyaya Rojavayî re got ku wê ew êrîş pêk anîn.
Di hêrîşa xwekujî ya hefteya çûyî de herî kêm 15 kes li Kabul`ê hatibûn kuştin ku 6 ji wan Amerîkî yên mayîn jî sîvîl bûn.
Xerndan
