• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hêzên Îranê êrişî gundekî Mehabadê kir: 1 kuştî 2 birîndar

Hêzên Îranê êrişî gundekî Mehabadê kir: 1 kuştî 2 birîndar
Li rojhilatê Kurdistanê li devera Gewirkayetî ya ser bi bajarê Mehabadê ve, welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên polîs ên rejîma Îslamî ya Îranê ve hate kuştin.


Li gor nûçeyeke malepra Kurdistanmedia, Silêman Afir Direydun yê temen 45 salî bêyî ku sûcek jêre were dîtin, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate kuştin.


Malper di nûçeya xwe de dinivisîne ku roja 23 Gulanê, hêzên întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê bi sedema girtina kelupelên kasibkaran êrîş birine ser gundê Kawlana jêrîn û di encamê de şer di navbera gundiyan û hêzên rejîmê derketiye.


Di wî şerî de gundiyê bi navê Silêman Afir Direydun hate kuştin.


her wiha 2 kes birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin.

Rudaw
Top