Prof. Dr. Ehmed Ozer: Rewşa CHP’ê Pir Dilşewat e
Komîsyona Çareseriyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, derbarê çareseriyê de li Prof. Dr. Ehmed Ozer guhdar kir. Ehmed Ozer ku ji Wanê ye û kurd e, di sala 1989’an de di dema SHP’ê de “Rapora Pirsgirêka Kurd” weşandibû.
Ozer, ji endamên komîsyonê re diyar kir beşdarnebûna CHP’ê ya pêvajoya aştiyê “dilşewatî” ye û wiha axivî: “CHP bi metirsiya rayan nêzikî vê pêvajoyê dibe. Divê wisa tevnegere û tevli pêvajoyê bibe.” Ozer, destnîşan kir ew ji bo çareseriyê makeqanûneke tije azadî, demokratîk û welatîbûneke wekhev pêşniyar dike. Ehmed Ozer, da zanîn heta mafên kulturî yên kurdan neyê naskirin, rêveberiyên herêmî xweser nebin û zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê ev pirsgirêk çareser nabe.
