Emar Hekîm Destpêşxeriyeke Nû Pêşkêş Dike
Çavkanî eşkere kiriye ku, armanc ji vê destpêşxeriya han bihêztir kirina baweriya part û aliyên siyasî yên Îraqê bi hev û duye daku, bikaribin lihev nêz bibin û li ser maseya danûstandinan kom bibin.
Hekîm daxwaz ji part û aliyên siyasî yên Îraqê kiriye ku, giringî bi berejwendiyên giştî yên Îraqê bidin û hewl bo afirandina derfeteke goncav bo giftûgo kirinê bidin.
