• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hesen Elewî: Pêdeviya Îraq Û Deverê Bi Mesûd Barzanî Heye

Hesen Elewî: Pêdeviya Îraq Û Deverê Bi Mesûd Barzanî Heye
Duh Rewşenbîrê navdar yê Îraqê Hesen Elewî li Zanîngeha Selahedînê de semînarek saz kir û behsa rewşa siyasiya Îraq û Deverê û herwiha rola Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di nava hevsengiyên siyasî yên Deverê de kir.

Hesen Elewî eşkere kir ku, posta herî biçûk li cem Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokatiya Kurdistanê ye jiber ku, di nava Dever û Cîhanê de hatiye nasîn û nêrînên vî jî li Cîhanê de tên pejrandin.

Çavkanî behsa vê yekê jî kiriye ku, di Dîroka Îraqê de bo yekemîn car li ser destê Mesûd Barzanî part û aliyên siyasî yên Îraqê li ser yek maseyê hatine komkirin.

Nav hatî di berdewamiya semînara han de behsa vê yekê jî kiriye ku, li Rojhilata Navîn de birêz Mesûd Barzanî gelek bi başî dikare hevsengiyan pêkbîne lewre pêdeviya Îraq û Deverê bi Mesûd Barzanî heye.
Top