• Tuesday, 10 February 2026
logo

Xwepêşanderên Enbarê sîstema herêmî dixwazin

Xwepêşanderên Enbarê sîstema herêmî dixwazin
Berdevkê fermî yê binavê 6 parêzgehên ku di xwepêşandanê de Miheme Taha Hemdun ragiand ku, %90 ji xelkê parêzgeha Envarê piştevaniya avakirina sîstema herêmî ya Enbarê dikin û da zanîn ku ew li parêzgeha Enbarê îmzeyan bo avakirina herêma Enbarê kom dikin.

Hemdun bi daxuyaniyekê ji Xendanê re got: Hilbijardeyên me êdî bê vegere yan divê Herêm bê ragihandin yan jî şer û pevçûn e, hikûmeta federal hêşt em vê biryarê bigrin û eve jî xwesteka xwepêşanderan e.

Berdevkê fermiyê binavê parêzgehên xwepêşander aşkira kir ku wan ev daxwazên xwe bi fermî pêşkêşî parêzgeha Selahedînê û Diyale yê kirine bo avakirina herêman. Her weha balkişand ku ji %90 ji xelkê Enbarê destekê didin avakirina herêmê.

Hemdun teqez kir ku heya niha îmzeyên ji %10 yê welatiyên Enbarê jibo avakirina herêma Enbarê hatine komkirin û ev yek jî li gor pirensîpên desturê binav kir.

Xendan
Top