• Wednesday, 11 February 2026
logo

Polenda Li Hewlêrê Vîze Dide Xelkê Kurdistanê

Polenda Li Hewlêrê Vîze Dide Xelkê Kurdistanê
Duh li Hewlêrê Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Konsulusê nû yê Polendayê ê li Hewlêrê civiyan.

Di civîna han de rewşa niha ya Îraqê û Kurdistanê hate nirxandin û her du alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Polendayê de kirin.

Di beşeke din ya vê civîna han de Parêzgarê Hewlêrê û Konsulusê Polendayê di derbarê çawetiya bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de giftûgo kirin û Parêzgarê Hewlêrê tekez li ser vê yekê kir ku, Kurdistan dixwaze di warê awedan kirinê de fêde ji ezmûna Polendayê werbigre.

Li hember de jî Konsulusê Polendayê diyar kir ku, ev dest bi amadekariya vê yekê kirine daku, bi rêya Konsulusxaneya Polendayê ya li Hewlêrê vîze bidin xelkê Kurdistanê û ev yek jî dibe sedema bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de.
Top