Wezareta Pêşmerge Şandina Hêz bo Ser Sînorê Rojavayê Kurdistanê Red Kir
Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di nûçeyeke xwe de ragihandibû: “Hêzên pêşmerge li ser sînorê Pîşxabûr û li nêzîkî gundê Şilêkê bi cih bûne û çekên giran jî ligel xwe birine.” Herwisa ajansa nûçeyan a Firatê ya nêzîkî PKK jî di nûçeyekê de ragihandibû, ku hêzên pêşmerge li seranserê sînorê navbera Rojavayê Kuridstanê û herêma Başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin û hemû hêzên pêşmerge jî kevtine haleta amadebaşîyê de.
Di evê bareyê de sekretrê giştîyê wezareta pêşmergeya hikûmeta herêma Kurdistanê ji ajansa nûçeyan a Navxwe re ragihand, ku ´´bi hîç şêweyek ji alîyê wezareta pêşmerge ve, hîç hêzeke pêşmerge nekevtiye haleta amadebaşîyê de û wezaretê jî hîç tiştek di evê bareyê de neragihandiye û hêz jî bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê nehatiye şandin.´´
Zêdetirî 2 sale lîwaya 8 a bejahî ya pêşmergeyan li wê navçeyê bi cih bûye
Li gor nûçeyeke malpera Rûdawê ,Wekîlê wezareta pêşmerge Enwer Hacî Osman di vê derbarê de ji evê malperê re gotiye: “Em ewê nûçeyê red dikin. Ev zêdetirî 2 salane lîwaya 8 a bejahî ya hêza pêşmergeyê Kurdistanê bi hemû pêdiviyan li wê navçeyê bi cih bûye. Ti hêzekî nû ji bo wê herêmê nehatiye şandin.”
Em aliyê leşkerî ne û girêdayî biryarên serweyî xwe ne
Enwer Hacî Osman derbarê girtina dergehê sînor de jî gotiye: “Em aliyê leşkerî ne û girêdayî biryarên serweyî xwe ne.”
Pêr (20.05.2013) serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ragihandibû: “Aliyekî diyarkirî roj li pey rojê bi kontratek bi guman xwe pir çek kiriye. Roj li pey rojê xwe ji peymana Hewlêrê dûr xistiye û aliyên din paşguh xistiye. Heta kar gihiştiye kuştin, girtin, revandina xelkê û liberçavnegirtina aliyên siyasî yên kurdî.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Heta hilbijartinekî azad neyê kirin, mafê ti aliyekê nîne xwe ferz bike. Heta dema hilbijartinê tenê Desteya Bilind a Kurd (DBK) dikare nûnertiya xelkê bike. Em rê nadin piştgiriya me wekî pirekê ji bo xwe sepandin û takrewiyê bikarbênîn. Lewra em li bendê ne helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin. Ger bi tevahî peymana Hewlêrê neyê bi cih kirin û li gor tevnegerin, em jî wê biryarên din wergirin.”
Berî çend rojan 74 endamên El-Partî dema xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, li ser sînor ji aliyê hêzên asayîş û hêzênYPG ve ku girêdayî PYD de ne, hatibûn binçavkirin. Nûnerê El-Partî yê Hewlêrê Seîd Omer di bareyê ewê bûyerê de ragihandiye, ku 72 hevalên wan hatine berdan û hêşta 2 hevalên wan nehatine azadkirin.
