Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê kir
Li destpêka hevdîtinê de Serok Barzanî, wekî Serokê Desteya Destpakî pîrozbahiyê li destbikarbûna Dr. Ehmed Enwer kir û hêviya serkeftinê li erkên wî de xwest. Serok Barzanî li beşekî axaftina xwe de balkişand li ser hestiyariya erkê Desteya Destpakiyê ya ji bo rûbirûbûna gendelî û daxwaz jî kir tu aliyek tevlî karubarê desteyê nebe û li duvdaçûn û rûbirûbûna gendeliyê da li her post û pêgehek jî da bê tu cûre cûdakarî û çavpoşiyek ji bo tu kes û aliyek neyê kirin.
Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî jî ji bo erk û karê Desteya Destpakiyê de ragihand û dûpatkir ku ji bo serxistina erk û karê desteyê divê aliyê pêwendîdarên hevkar û hemaheng bin. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê jî kir ku pêwîste bi zûtirîn demî Serokek ji bo Dîwana Çavdêriya Darayî jî bête danîn ji ber ku çalakkirina wan du dezgehan dibê sedema wê yekê dijayetîkirina gendeliyê li çarçêweyekî damezraweyî da bê kirin.
Li mijareke dinê axaftina xwe de Serokê Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê spasî palpiştiya Serok Barzanî kir û ji bo çareserkirina gendeliyê behsa girîngiya wê dezgehê kir û balkişand li ser wê yekê ku çareserkirina gendeliyê bi tenê ne bi rûbirûbûnê ve ye belku pêşgîrî û bilindkirina hişyariya civakî jî pêwîste û her wiha behsa eve jî kir ku nehiştina gendeliyê pêvajoyeke nîştîmaniye û pêwîstî bi hemahengiya hemû aliyek heye.
Li vê hevdîtinê de destxweşiyê li karên lîjneya bi duvdaçûna çaksaziyê kiriye û kar û biryarên wê lîjneyê wekî destpêka tevgera berdewamiya rûbirûbûna gendeliyê bilind nirxand.
