• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Parlemena Iraqê û şanda li gel kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Parlemena Iraqê û şanda li gel kir
Duh çarşem 22.05.2013 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Parlemena Iraqa Federal û şanda li gel kir ku ji parêzgerên Nînowa û Diyale û Serokê Encûmena Parêzgeya Selahedîn û çend serkirdeyek ji lîsta El Iraqiye pêkhatibû.

Li civînê de ku birêz Kosret Resûl Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji endamên her du Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê jî beşdar bûn, di destpêkê de Serokê Parlemena Iraqê behsa pêvajoya qeyrana Iraqê kir û balkişand li ser aloztirbûna rewşa emniya welat û nebûna aramiya siyasî û takrewiya desthilatdarên Bexda û perawêzxistina pêkhatên din û binpêkirina destûrê kir. Her wiha nîgeraniya ji wê yekê ragihand ku Iraq li nav agirekî mezin da dijî û bi pêwîstî jî zanî pêvajoya siyasiya Iraqê biçê ser rêrewekî dirust.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û nîgeraniya xwe jî ji kûrtirbûna kêşeyan û rewşa emnî û siyasiya Iraqê bi amadevanan ragihand û got: Min berî salek behsa vê pêvajoya xerap kir ku welat têda derbas dibê û min pêşbîniya wê yekê jî kir ku kêşe berev hewayeke pir metirsî û takrewî û şikestê ve diçe. Serok Barzanî eve jî rûnkir jêderê hemû giriftan binpêkirina destûr û piştguhxistina prensîpa şeraketê buye.

Li mijareke dinê hevdîtinê de axaftina li ser encamên hilbijartina parêzgehên Iraqê û guhertina nexşeya siyasiya Iraqê bû û amadevanan dîtin û nêrînên xwe li ser pêşhatê siyasiyan û çawayiya rûbirûbûna qeyranan û pabendbûna bi şeraketê xisterû.
Top