• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rojnamevanê herî biçûk ê Sûriyê hat kuştin

Rojnamevanê herî biçûk ê Sûriyê hat kuştin
Hêzên çekdarî yên girêdayî opozisyona Sûriyê ragihandin ku rojnamevanekî 15 salî li Sûriyê hat kuştin.

Navê wî rojnamevanê 15 salî Emer Heysem Qetîfan e û ji bajarê Deraa ye. Ji roja dirûstkirina yekemîn ketîbeya Artêşa Azad a Sûriyê heta 21.05.2013an bi kamereya destan gelek dîmenên şerê navbera Artêşa Azad û rejîma Sûriyê de tomar kiriye.

Razî nebû ligel dayîk û xwişka xwe ji Sûriyê derbikeve

Emer Qetîfan endamê tîma rojnamevanên karê meydanî yê li Deraa bû. Welatiyekî ligel wiha dibêje: “Dayîk û xwişkeke Emer heye. Dema me bajarê Deraa bi cih hişt, me daxwaz jê kir ku ligel me ji bajêr derbikeve. Lê razî nebû û li ser karê xwe berdewam bû. Heta roja 21.05.2013an ji aliyê nîşangirên rejîma Sûriyê ve hat kuştin.”

Rudaw
Top