• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çend teqînan Bexdad hejandin

Çend teqînan Bexdad hejandin
Îro çarşeme danê sibê du teqîn li navçeyekî Bexda rûdan û di encamê de 22 kes hatin kuştin û birîndarbûn, hikûmeta Keneda kuştina welatiyekî xwe di teqînên dawî yên li Paytextê de ragihand.

Jêderekî ewlekariyê li bajarê Bexdadê ku nexwestiye navî wî bê aşkira kirin ji ajansa Meda Presê re ragihand: Îro danê sibê 22/5/2013`an li navçeya Huriye li bakûrê rojavayê Bexdadê teqîne û di encamê de 4 kes hatine kuştin û 188 kes jî birîndarbûne.

Di heman demê de wezîrê derve yê Keneda John Bird ji malpera Keneda Tv yê welatê xwe de ragihandiye ku: Di zincîrên teqînên çend rojên borî li Bexdada paytext de, welatiyekî Kenedî jiyana xwe ji dest daye û nîgeraniya xwe jî derbarê zêdebûna tundûtîjiya li Êraqê derbiriye.

Wezîrê derve yê Keneda cext li wê yekê kiriye ku bi hûrî çavdêriya rewşa Êraqê dikin û ji berpirsên Bexdayê xwestiye ku seqamgîriya welat bixin jêr kontrolê.

Xendan
Top