Bahozeke Wêranker li Wîlayeta Oklahoma ya Amerîkayê; bi Dehan Kes Mirin
Li gor nûçeyeke beşa Kurdîya dengê Amerîkayê (VOA), Bi egerê ewê bahoza bihêz û wêranker li gor amarên fermî herî kêm 24 kes li bajarê Moore giyanê xwe ji dest dane ku 21 ji wan zarok in.
Herwiha bi kêmî ve 240 kes jî birîndar bûn. Li gorî karbidestan hêza wê bahozê 320 kîlometir bû di demjimêrekê de.
Bi sedema wê bahozê, tevaya taxên çend deverên bajarê Moore wêran bûne.
