• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Birezîlya li Iraqa Federal kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Birezîlya li Iraqa Federal kir
Li roja sêşem 21.05.2013 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Anûr Nes Balyozê Birazîlya li Iraqa Federal kir.

Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Birezîlya xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û vê hevdîtinê ji bo xwe bi derfetekî dîrokî wesifkir û silavên Serok Komar û Wezîrê Derveyê welatê xwe gihand Serok Barzanî. Eve jî behs kir ku Serok Barzanî li Birezîlya navdare û behsa rol û keda Serok Barzanî ya li dîroka siyasiya Iraqê û xebata gelê Kurd ya ji bo bi destxistina mafên gelê Kurdistanê kir û got: "Sosretim bi rola cenabê we ku li nav wan kêşeyên alozên li navçeyê da heye bi başî we kariye gelê xwe biparêzin". Li mijareke dinê axaftina xwe de Balyozê Birezîlya hêvî xwest pêwendiyê siyasiyên Herêmê û Birezîlya li paşarojeke nêzîk da geştir bibin û heta asta vekirina Konsolxaneyê bilind bibe. Her wiha daxwaz jî kir şanda teknîkiya Herêma Kurdistanê li warê veguhestin, çandin û bînasaziyê da serdana Birezîlya bikin û amadehiya welatê xwe jî ji bo pêşxistina pêwendiya aboriya di navbera her du aliyan de ragihand.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê welat Birezîlya kir û spasiya Serok Komar û Wezîrê Derveyê Birezîlya jî kir û rol û pêgeha aboriya wî welatî li cîhanê da bi girîng wesif kir û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku pêwendiyên navbera her du gelê Kurdistan û Birezîlya berfirehtir bibe. Pêvajoya siyasiya navxweya Iraqê û navçeyê û pêvajoya aştî li Tirkiye mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî li ser ewe hevre bûn ku aştî li Tirkiye çirkesatek û saniyeyekî dîrokiye û yarmetiya pêşketin û geşbûna navçeyê dide.
Top