• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dibe Berpirsên Hêzên Ewlekarî Ji Parlementoyê Re Werin Vexwandin

Dibe Berpirsên Hêzên Ewlekarî Ji Parlementoyê Re Werin Vexwandin
Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi eniya Ehrar Husên Kazim ragihand ku, pêwîste li hember rewşa aloz ya ewlekarî a Îraqê Berpirsên giştî û tevahiya Berpirsên hêzên ewlekarî ji Parlementoyê re werin vexwandin û di derbarê wan buyeran de îzahatên xwe pêşkêş bikin.

Çavkanî eşkere kir ku, biryare Sibê Parlementoya Kurdistanê rûnîştineke awarte di derbarê rewşa ewlekarî ya Îraqê de saz bike û pêwîste Berpirsên giştî û tevahiya Berpirsên hêzên ewlekarî yên Îraqê werin û beşdariya vê rûnîştina han bikin û di derbarê buyerên vê dawî de îzahatên xwe pêşkêşî raya giştî bikin.
Top