• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Destûra Kurdistanê Tevahiya Merheleyên Qanûnî Derbas Kiriye

Mesrûr Barzanî: Destûra Kurdistanê Tevahiya Merheleyên Qanûnî Derbas Kiriye
Duh danê Êwarê di semînarekî de ku, ji aliyê desteya Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê ya li Hewlêrê ve hatibû organîzekirin de Mesrûr Barzanî çendîn mijar û meseleyên girîng nirxand.

Di vê semînara han de ku, tevahiya endam û kadroyên dezgehên PDKê yên li Hewlêrê tê de beşdarbûn, Mesrûr Barzanî behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê kir û rewşa han bi rewşeke aram wesif kir pergala desthilatdarî ya li Kurdistanê de jî bi desthilateke demokratîk û serdemiyane bilêv kir û got; Ev pergala demokratîk û pêşkeftî rojbiroj bihêztir dibe.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de di derbarê pergala demokratîk ya Kurdistanê de tevahiya ev antîpropagendeyên heyî yên li ser pergala demokratîk ya Kurdistan red kir û ragihand ku, Kurdistan û pergala desthilatdariya demokratîk ya Kurdistanê xwedan paşerojeke geş û aramin û ev propagendeyên ku, tên kirin tevahiya wan reş û bêyî esas û bingehin.

Di derbarê meseleya destûra bingehîn ya Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, destûra Kurdistanê tevahiya merheleyên xwe yên qanûnî derbas kiriye û niha jî li benda biryara Gelê Kurde.

Di derbarê meseleya paşeroja destûra Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, ev kesên ku, dikarin li ser paşeroja destûra Kurdistanê biryar bidin Gelê Kurd bo xwe ye û pêwîste xelkê Kurdistanê mafê xwe yê xwezayî û biryiar danê li ser meseleya destûr û hin meseleyên din yên sereke bikar bîne û nabe bi ti awayî ew mafa han ji xelkê Kurdistanê were stendin.

Di derbarê rol û pêgeha Kurd û Kurdistan di nava hevsengiyên siyasî yên Îraq û Deverê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku, Kurdistan xwedan rol û pêgeheke girîng û serekeye û ev yek jî berhema yekdengî û yekrêziya Gelê Kurde.

Di derbarê rewşa niha ya Îraqê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, girêdayîbûna tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê bi destûra bingehîn ya Îraqê ve gerentiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên li Îraqê ye û sepandina demokrasî li Îraqê de jî gerentiya sereke bo parastina yek parçeyiya Îraqê ye.

Di derbarê rewş û guhertinên heyî yên li Deverê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku maf û xwestekên netewî yên Gelê Kurd bingeha sereke ya guhertinên heyiye û aştî û jihev fêm kirin jî mekanîzimeke bo gehêştina Kurd bi tevahiya maf û xwestekên xwe yên netewî.

Di derbarê rewşa partiya demokrata Kurdistanê de û kar û xebatên dezgehên partî de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku, xizmet kirina xelkê Kurdistanê armance sereke ya PDKê ye.

Nav hatî di dawiya axaftinên xwe de daxwaz ji endam û kadroyên PDKê jî kir daku, xwe bo pêvajoyên paşerojê amade bikin.
Top