• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên teqînên duh ji 250 kesan petirbûn

Hejmara qurbaniyên teqînên duh ji 250 kesan petirbûn
Li deverên Bexda, Besra û Samera yên Iraqê, di encama çendîn teqîn de herî kêm 50 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya BBC, îro (20.05.2013) li paytext Bexda û bajarên Besra û Samera yên Iraqê gelek teqîn rû da.

Rayedarên polîsê Iraqê ragihandin, di encama teqînên ku li Bexdayê de herî kêm 33 kes hatin kuştin û zêdetirî 130 kes jî birîndar bûn.

Beriya teqînên Bexdayê li bajarê Besra du otomobîlên bombekirî li nav stasyoneke otobûs û xaringehekî de teqiyan ku di encamê de 14 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Samerayê jî 3 kes di encama teqînan de mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Bi giştî di encama teqînên îro yên her sê bajarên Iraqê de 50 kes hatine kuştin û herî kêm 200 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin ku teqînên îro li deverên ku herî zêde şîe lê dijîn rû dane.

Rudaw
Top