• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîr Berda Bingehîn Ya Projeya Ava Balenda Li Barzanê Dana

Serokwezîr Berda Bingehîn Ya Projeya Ava Balenda Li Barzanê Dana
Duh Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tevî hijmareke din ji Rayedarên Hikûmeta Kurdistanê bi mebesta destpê kirina çendîn projeyên curbicur serdana Devera Barzanê kir.

Di destpêka vê serdana han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê yekemîn berda bingehîn ya porjeyeke mezin a avê li Gunda Balenda ya li Devera Barzanê danî û di çarçoweya vê projeya han de vê ava wexarinê bo 51 gundên Deverê were dabînkirin.

Projeya han ku, ji aliyê kompaniya Arge ya Tirkî ve tê cîhbicîh kirin bi qasî 8 miliyon dolaran li ser bûdceya Wezareta Şaredarî ya Hikûmeta Kurdistanê ve tê cîhbicîhkirin û dema diyar kirî bo cîhbicîh kirina projeya han 2 sale û piştî bi dawî hatina vê projeya han vê kêşeya kêmavî ya 51 gundên Deverê were çareserkirin.

Di vê merasima han de ku, her yek ji Parêzgarê Hewlêrê, Wezîrê Şaredarî, Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê, Qaêmmoqamê Mêrge Sûrê, Hijmareke din ji Rayedarên Hikûmetê, xelkê Deverê û kesûkarên Şehîd û enfalan jî tê de beşdarbûn, Wezîrê Şaredarî yê Hikûmeta Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û behsa çawetiya cîhbicîh kirina projeya han, karûbarên teknîkî yên vê projeyê, mesref û têçûyên projeyê û armanca vê projeyê kir û pişt re jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de kêfxweşiya xwe bo serdana Devera Barzanê û danîna berda bingehîn ya projeya avê a li Deverê de diyar kir û ragihand ku, ez gelek kêfxweşim ku, evro li vê Devera Şoreşgerim, ev projeya han xwedan wateyeke girînge bo Devereke Şoreşger weke Barzan ku, hertim di bin êrîş û karlkirinê de bûye û wateya vê yekê ewe ku, karwana awedankirina Kurdistanê naraweste û hertim berdewam dibe.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola Devera Barzanê jî kir û ragihand ku, Barzan naveke diyare di nava Dîroka Gelê Kurd de û ev nava han bo tevahiya Gelê Kurd naskiriye, bi sedan sala ku, navê Barzan jiber xweştewîsiya Barzanê ji aliyê dayik û bavan ve li ser zarokên xwe tê dayin, Barzan bo tevahiya Kurdistanê xebat kiriye û qurbanî daye, Rojnamewan û nivîskarê navdar û dostê Kurd Chirs Kochera dibêje, Ebdulselam Barzanî yekem kes bû di nava Kurd de ku, bernameya bizava rizgarîxwaz ya Gelê Kurd amade kir, Barzan bo tevahiya Şoreşên Kurdî pêşengî kiriye û pêşengiya Barzanê jî ji xwe bi belaşî nebûye.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê behsa Dîroka Barzanê kir û ragihand ku, ev Dîroka han bi Şoreşên Eylûl û Gulanê destpê nekiriye belku, ev Dîroka han gelek kevnar û demdirêje û xwedan bingeheke bihêz ya hizriye. Bingeha xwe ji terîqet û tesewofê wergirtiye û gelek hewlên cidî daye daku, ol bike pîwaneke sereke bo kirdar û exlaqa mirovatî.

Hizira bingehîn ya Şoreşên Barzanê jîngeh parêzî, parastina mirov û mafên mirovan, hişiyariya netewî û çaksaziya civakî bûye.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, Rêberên Barzanê her di destpêkê de xwedan hizira wekhevî, azadî, jîngeh parêzî, ajelparêzî û xwedan hizira piştgîrî kirin li hejar û kêmdahat û pişta xwe bi dilê xelkî girêdaye nek jî bi ked û çeka xelkî, ev yek xwedan Dîrokeke demdirêje li cem mezin û Şêxên Barzanê.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa çendîn taybetmendiyên civakî yên Devera Barzanê jî kir û ragihand ku, li vê Deverê çendîn taybetmendiyên sereke weke nebûna jin bi jin kirinê, dayîna keçên biçûk bi zilamên bitemen, direw kirin, pêşî girtin ji xweştewîstiya navbera keç û Koran, mar kirin li ser dergoşê û dizîkirin, ev tiştên ku, li vê Deverê de bi ti awayî nayên dîtin û xelkê Deverê jî bi nebûna wan tiştan di nava xwe de serbilinde.

Nav hatî behsa taybetmendiyeke din ya Deverê kir û ragihand ku, xelkê Deverê aştîparêze û hez ji aştiyê dike û xwedan çandeke bihêz ya bihevre jiyan û lêbûrînê ye.

Nêçîrvan Barzanî di derbarê Şêxên Barzanê de jî diyar kir ku, Şêx Ebdulselam her çend Şêxeke diyar ya terîqetê bûye hedem siyasetmedareke jê hatî bûye ku, siyaseta Kurdî gehandiye asteke binlind, Şêx Ebdulselam di sala 1907an de serdana piraniya Deverên Kurdistanê kir û Serok Eşîrên Kurdan li hev kom kir û dest bi amadekirina bernameya nivîskî ya bizava rizgarîxwaz a Gelê Kurd kir û daxwazên Gelê Kurd ku, piraniya wan daxwazên netewî bûne nivîsandiye û pêşkêşî dewleta Osmaniyan kiriye.

Lê li hember de dewleta Osmaniyan ev daxwazên han weke daxwazên dabeşker û daxwazên Kurd bo serbixwebûnê wesif kir lewre di sala 1914an de Şêx Ebdulselam Barzanî darde kir lêbelê hîn jî rêbaza Şêx Ebdulaselam Barzanî berdewame.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rol û xebata Devera Barzanî di nîweya dudiyan ya sedsala 20an de kir û balkêşande ser ev terajidî û komkujiyên ku, jiber xebata azadîxwaz ya Gelê Kurd li ser Deverê de ji aliyên Dagîrkeran ve hatine sepandin.

Di dawiya gotara xwe de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, Barzan xizmeteke gelek girîgn ji Kurd û Kurdistan re kiriye lewre pêwîste em jî xizmeta vê Devera han bikin.
Top