Çar Teqînên Mezin Li Bajêrê Baxdadê Çê Bûn
Evî jêderî di daxuyanîyekî de ragihand, ku evroj serê sibehê otombîleka mayinkirî li devera Şu`le ya bakurê rojavaya bajêrê Baxdadê teqîya û di encam de, 2 kes hatin kujtin û 12 jî birîndar bûn û otombîla dûyem jî li devera Kemaliye ya rojavaya bajêrê Baxdadê teqîya û 3 kes hatin kujtin û 15 jî birîndar bûn.
Evî jêderî weha jî da zanîn, ku otombîla sêyem li taxa Ehlam a rojavaya bajêrê Baxdadê teqîya û di encam de, 3 kes hatin kujtin û 11 jî birîndar bûn û otombîla çarem jî li devera Ze`feraniye teqîya û 9 kes birîndar bûn.
