Bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî Civata Abûriya Kurdistanê Civiya
Di destpêka civîna han de meseleya Torîzimê li Kurdistanê de û herwiha raporta duyemîn konferansa Torîzimê ya Kurdistanê hate nirxandin.
Di vê derbarê de bi awayekî berfire behsa rewşa kerta Torîzimê û çawetiya bihêztir kirin û pêşde birina kerta han li Kurdistanê de hate kirin.
Di vê derbarê de hate gotin ku, ji sala 2007an ve hate niha kerta Torîzimê li Kurdistanê de bi başî pêşketiye û di sala 2012an de nêzî 2 miliyon û 200 hezar Torîzim serdana Kurdistanê kirine û dahata Kurdistanê jî di vê warî de nêzî 650 miliyon dolar bûye.
Di beşeke din ya vê raporta han de behsa planên Hikûmeta Kurdistanê yên di warê Torîzimê de kiriye û nivîsandiye yekemîn plan heta sala 2015an tê cîhbicîhkirin û plana dudiyan jî heta sala 2025an tê cîhbicîh kirin û li gorî ev planên han Kurdistanê di warê Torîzimê de gelek bi pêş dikeve û dibe yek ji navendên Torîstî li Rojhilata Navîn û Cîhanê de.
Behsa çawetiya hevkarî kirina kerta taybet a Torîzimê û çawetiya pêşde birina vê kerta han jî hate kirin û biryar hate dayîn daku, bi mebesta destnîşan kirina kemanî û pêdeviyên vê karta han komîteyek were damezrandin.
Di beşeke din ya vê civîna han de birayar hate dayîn daku, desteya Torîzimê li Kurdistanê de bibe desteyeke serbixwe û pêwîste bo vê yekê jî lez were kirin û proje qanûna di vê debarê de pêşkêşî Parlementoyê were kirin.
Meseleya bursaya Hewlêrê jî babeteke din ya vê civîna han bû û di vê derbarê de jî pêngav û merheleyên cîhbicîh kirina projeya han jî bi awayekî berfire hatin nîqaşkirin.
Di vê derbarê de hate gotin ku, tevî çendîn kompanî û dezgehên pspor yên Amerîkayê bo cîhbicîh kirina projeya han û tevî bazara dirav ya Îraqê jî hemahengiya baş bo destpê kirina projeya han hatiye kirin û bazara bursaya Hewlêrê jî weke burseyên din yên cîhanê bi pergaleke elektironîkî dest bi kar dibe.
Her di vê civîna han de Hikûmeta Kurdistanê piştgîriya xwe bo projeya han dubare kir û ragihand ku, destpê kirina projeya bursayê Hewlêrê dibe sedema bihêztir û berfiretir kirina bizav û tevgerên abûrî û bazirganî li Kurdistanê de.
