• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Endamên Lîjneya Pêdaçûna Projeya Destûrê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Endamên Lîjneya Pêdaçûna Projeya Destûrê civiya
Êvariya roja yekşem 19.05.2013 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta şêwirîna di derbarê projeya destûrê pêşwaziya Endamên Lîjneya Pêdaçûna Projeya Destûra Herêma Kurdistana Iraqê kir, ku li xula duyema parlemenê da erkê pêdaçûna projeya destûrê bi wan hatibû raspardin.

Li hevdîtinê Serok Barzanî daxwaz ji amadevanan kir dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê projeyê bixin rû. Paşê Ferset Ehmed Sekreterê Parlemena Kurdistanê û Serokê Lîjneya Pêdaçûna Projeya Destûr behsa wê yekê kir, ku lîjne bi biryara Parlemen û bi beşdariya hemû aliyên nav Parlemenê hatiye pêkanîn û nûnerayetiya hemû netewe û ol û aliyê siyasiyan li xwe girtibû. Eve jî şîrovekir ku ji bo amadekirina wê projeyê sûd ji destûra 40 welatan hatiye wergirtin û heft salan domkiriye heta hatiye amade kirin û dîtin û nêrîna pîsporên biyanî û navxweyiyan hatiye wergirtin û berî li Parlemen deng bidinê 5000 pêşniyar ji aliyên çîn û tuwêjên civakê wergirtine. Paşê li Parlemena Kurdistanê bi dengê 96 endaman biryar dan bidin referandum û bi yasayek pêşkêşî Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha behsa eve jî kir ku 900 hezar heb ji wê projeyê çap kirine û li rêya birîkarên xorakê ve ji bo hemû malbatek hatiye şandin. Ji bilî wê jî beşdariyeke siyasî û nîştimanî li ser çêbûye û 36 partiyê siyasî jî li bajarê Koyê, ku nûnerayetiya hemû civakên Kurdistanê dikir piştgiriya xwe ji bo projeyê dûpat kirin û li gel ewe jî bûn, ku projeyê bidin referandumê.

Paşê dergehê guftûgoyê ji bo beşdarvanan hate vekirin û zêdetirê amadevanên civînê li ser ewe hevrebûn, ku projeya destûr hemû qonaxên yasayiyên xwe derbas kiriye û bi beşdariyeke siyasî li hember gelek destûran de hatiye nivîsîn, destûrekî pêşketî û demokratiyaneye û gelek bi rûnî jî balkişandiye li ser wê yekê ku sîstema siyasiya Herêmê Parlemeniye û tekez jî li ser ewe kiriye, ku divê rastî û naveroka destûrê ji bo xelk bête şîrovekirin û daxwazkir di derbarê naveroka projeyê ve êdî xelk neyê îhmalkirin. Amadevanan li ser ewe komdeng bûn, ku tu aliyek jî nikarê mafê dengdana xelkê zeft bike, ji ber ku îrade û desthilata gel resen û yekalîkere.
Top