• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan: Dibe 2014an 3 hilbijartin bên kirin

Erdogan: Dibe 2014an 3 hilbijartin bên kirin
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Amerîka diyar kir ku dibe sala 2014an li Tirkiyê 3 sindûq bên danîn û 3 hilbijartin çêbibin.

Recep Tayîp Erdogan di geşta xwe ya Amerîkayê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Erdogan diyar kir ku di mijara destûra nû de bê hêviye û wiha got: “Ger em bigihin 330 dengan, emê biçin referandumê. Dibe ku sala 2014an 3 sindûq bên danîn.”

Serokwezîrê Tirkiyê destnîşan kir ku egera wê yekê ne dûre sala 2014an 3 hilbijartin bên kirin. Erdogan bilêv kir ku hêviyên wî yên ji bo destûra nû kêm bûne û wiha got: “Di rewşek encam ji Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn neyê girtin, wê plana ‘C’ bêxin dewreyê. Emê reşnivîsa xwe bênin parlamentoyê.”

Erdogan got: “Ger çênebe, emê bi destûra niha xizmetê bikin. Ger em bigihin hêjmarê, emê biçin referandumê. Dibe ku sala 2014an 3ê hilbijartin çêbibin.” Li ser pirsa wê îsal referandûm çibibe? Erdogan got: “Ger serokê parlamentoyê (Cemîl Çîçek) bêje, ‘Ev kar qediya’ em dikarin îsal jî çêkin.”

Hilbijartinên ku serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan behs dike ku sala 2014an bên encamdayîn evin; Hilbijartinên herêmî, serokomarî û referandûm.

Rudaw
Top