• Wednesday, 11 February 2026
logo

Artêşa azad 14 welatiyên Kurd serbest berdan

Artêşa azad 14 welatiyên Kurd serbest berdan
Li Serêkaniyê 14 welatiyên Kurd ên ku ji aliyê komên çekdar ve hatibûn revandin û li ba artêşa azad girtî bûn serbest hatin berdan.

Li gor nûçeya ajansa ANHA, piştî ku hêza Asayîşa bajarê Serêkaniyê ji bo serbestberdana welatiyan li komên çekdar geriyan duh 14 welatiyên ku hatibûn revandin gihîştin Navenda Asayîşa bajarê Serêkaniyê.

Welatiyên Kurd ku bi destê komên çekdar li herêma Til Temir, Ebû Rasên û gundên derdorê hatibûn revandin û ew biribûn bajarê Til Ebyedê ya ku niha dibin destê Artêşa Azad deye, radestî ketîbeya 313’an hatibûn kirin her weha jî wê ketîbeyê ew welatî di dibistana Nebiş de bicih kiribûn.

Li gor ajansa hîna welatiyê Kurd bi navê Mezlûm Hesen ku ji bajarê Tirbespiyêye ne hatiye berdan.
Jêder

Xendan
Top