• Wednesday, 11 February 2026
logo

Yekem grupa Gêrîlayên PKK`ê gihîştin Herêmê

Yekem grupa Gêrîlayên PKK`ê gihîştin Herêmê
Îro sêşeme 14/5/2013`an, yekem koma gêrîlayên HPG’ê ku ji bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê vedikişin, sînorê Tirkiyê derbas kirin û gihîştin Herêma Kurdistanê.

Li gor nûçeya ajansa Firatnewsê belav kiriye ku, koma yekem ya gêrîlayên HPG’ê ku 15 gêrîlayan pêktê li gorî demjimêra herêmî 07.00’an de gihîştin herêma Kurdistanê.

Ajansa Frans Presê belavkiriye ku, ew grûpa Gerîlayên PKK`ê îro danê sibhê gihîştine navçeya Hirorê û çiyayê Metîna a ser bi parêzgeha Duhokê.

Hatiye ragihandin ku gelek rojnamevanên ji Tirkiye, Herêma Kurdistanê û çapemeniya cîhanî pêşwaziya koma gerîlayan kirin û ji wan (ANF, Nuçe TV, Sterk Tv, DÎHA, Reuters, AFP, AP, El Cezîre, Dogan Haber Ajansi) û gelek saziyên din yên çapemeniyê hebûn.

Piştî ku rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan di Newroza dîrokî ya Amedê de bang kir û KCK’ê di 23’ê Nîsanê bersiv da, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin gêrîlayên HPG’ê biryar da ku vekişin her weha di çarçoveya vekişînê de 8’ê Gulanê destpêkir.

Xendan
Top