Berîtaniya: Rewşa Îraqê Gelek Metirsîdare
Wezareta Derve ya Berîtaniyayê eşkere kiriye ku, eger aliyên siyasî yên Îraqê hewl bo çareser kirina kêşeyên xwe bi rêya diyalog û danûstandinê nedin vê demê Îraq bi qirîzên aloztir re rûbirû bibe.
Wezareta Derve ya Berîtaniyayê herwiha daxwaz ji aliyên siyasî yên Îraqê kiriye daku, metirsiyên heyî yên li Îraqê bi cidî werbigirin û hewl bo çareser kirina qirîza heyî û aloziyên navbera xwe de bidin.
