Leyla Qasim Sembola Qehremaniya Jinên Kurde
Bi minasebeta 39 saliya Şehîd bûna Leyla Qasim hezaran silav bo canê paqêj a wê jina qehreman û tevahiya Şehîdên rêya azadî dinirêm. Şehîd Leyla Qasim sembola canfedayî, bawerbixwe kirin û nîştimanperweriya jinên Kurde bo parastinan hizirin netewî û demokrasî.
Leyla Qasim bi awayekî hovane hate şehîdkirin lêbelê şehîd bûna wê peyama serbilindî û xwe teslîmnekirinê bo li hember neyarên dilreq û hov, Leyla ew qas bilind û birûmete ku, di dema dardekirinê de jî serê Celadan din piyên wê de bûn.
Şehadeta Leyla Qasim waneyeke bo tevahiya Gelê Kurd, Leyla Qasim cêha şanazî û serbilindiya her Kurdîkî dilsoze û dibe heta dawî wê bibîr binin jiber ku, ew me hînê vê yekê dike ku, çawe bi azadî bijîn.
