Komîteya Bilind Ya Bernameya Bihêz Kirinê Civiya
Di civîna han de kêşeya wan kesan ku, di çarçoweya bernameya bihêzkirinê de bo berdewam kirina xwendina xwe a li Derveya welat navên xwe nivîsandine lê heta niha nikarîne dest bi xwendinê bikin hate nîqaş kirin û behsa çawetiya çareser kirina wan kêşeyan hate kirin.
Di berdewamiya vê civîna han de çawetiya birêvebirina karûbarên kandîdên nû yên komîteya bernameya bihêzkirinê û çawetiya baştir kirina karên komîteya nav hatî hate şîrovekirin û daxwaz ji her du Wezaretên Xwendina bilind û plan danan jî hate kirin daku, bilez karûbarên pêwîst bo ragihandina devreya dudiyan a bernameya bihêzkirinê cîhbicîh bikin û li gorî şîretên nû devreya dudiyan jî destpê bikin.
Di dawiya civînê de kêşe û kemaniyên heyî yên li berdem cîhbicîh kirina bernameyan de jî hatin şîrovekirin û tekez li ser çareser kirina wan kêşe û kemaniyan jî hate kirin.
