Serokê Herêma Kurdistanê spasnameyek pêşkêşî xelk û partî û aliyê siyasiyan kir
Silavên xwedê li ser we bin
Piştî dawî hatina pirseya matemîniya xwedê jê raziya xuşka min bi pêwîstî dizanim bi navê xwe û malbata Barzanî spas û pêzanînên xwe yên bêpayan pêşkêşî hemû xuşk û birayên xweşdiviyê xelkê Kurdistanê û hemû çîn û tuwêjan û aliyên siyasî û kesayetiyên li hundir û derveyê welat û sefîr û konsolê welatan li Iraq û Herêma Kurdistanê û birayên minê li Encûmena Niştîmanî û Hikûmeta Iraqa Federal û Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zanayên olî û hemû navendên medenî û medyayî û rewşenbîrî û akademî û hizbî û serbazî û dam û dezgehên asayîşê bikim.
Gelek spasî wan hemû xuşk û birayên birêz dikim ku bi amadebûna wan yan li rêya şandina peyam û nameyan zehmetê kişandin û beşdariya vê pirse û serxweşiyê bûn.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13.05.2013
